
Pexşan Ezîzî, xelkê Mehabadê, cara yekem di sala 2009an de, ji aliyê hêzên bi navê ewlehiya Îranê ve, ji ber beşdariya wê di kombûneke xwendekarên kurd de li zanîngeha Tehranê ku nerazîbûna xwe li dijî îdamkirina siyasetvanan li Kurdistanê nîşan dabûn, hatibû girtin. Lê, piştî çar mehan, bi kefaletê hatibû berdan. Paşê Îranê bi cî hiştibû û li herêma Kurdistanê bi cih bûbû.
Piştî vegerê bo Îranê, Pexşan dîsa tê girtin û paşê bo girtîgeha Evînê li Tehranê tê veguhastin. Di 23ê Tîrmeha 2024an de, ji aliyê beşa 26an a Dadgeha Şoreşa Îslamî li Tehranê, bi tuhmetên "serhildan" û endambûna di "komên dijî rejîmê" de cezayê darvekirinê lê hat sepandin. Paşê, ji ber rexneyên li dijî hukmê ji aliyê parêzerên Pexşanê ve, ceza bo dadgeha pêdaçûnê hat şandin. Lêbelê, wek tê çavnihêrîkirin, di 7ê Çileya Paşîn a 2025an de, ceza ji aliyê beşa 39an a Dadgeha Bilind a Îranê ve hat pejirandin.
Şerîfe Mihemmedî, xelkê Urmiyê, ku akinciyê bajarê Reştê bû. Di 5ê Kanûna Pêşîn a 2023an de, bi tuhmeta propaganda li dijî dewletê hat girtin. Paşê li Dadgeha Şoreşa Îranê biryara îdamkirina wê derket. Şerîfe, jineke çalak di warê mafên jinan, jîngehê, û baweriyê bi nirxên mirovahiyê ji aliyê rejîma "sedsala heftem" li Îranê fermanê kuştinê lê hat sepandin.
Wrîşe Moradî, xelkê Sineyê, wek Pexşan Ezîzî, bi tuhmeta "serhildan" li dijî rejîma melayên Îranê hat girtin. Sûcên Wrîşeyê, li dadgehê, endambûna di rêxistinekê ji bo parastina mafên jinan, çalakvan û jîngehparêz bû. Dadgeha rejîmê, endametiya Wrîşeyê di rêxistina jinan de, wekî çalakiya siyasî li dijî dewletê bi kar anî, û bi vî hincetî tawana serhildanê xistin ser wê û biryara mirinê dan.
Rejîma Îranê bi her navekî ku van keçên Kurdistanê bikuje, rastiya li ser erdê ew e ku tawanên van jinan, kurdbûn û jinbûn e. Ji ber ku rejîma Îranê nikare jina azad a kurd bibîne. Kurd li ba wan wekî "peyayên bindest" tên dîtin. Ji ber vê her dema ku kurdek daxwaza nasnameya kurdî bike, rejîma tawndar a axûndan, bêdireng bi cudaxwaziyê tawanbar dikin, û cezayê mirinê lê disepînin.
Ev sê jinên Kurdistanê, bi tuhmeta serhildanê ku ji aliyê melayên Îranê ve wek cudaxwazî tê dîtin, niha li benda roja mirina xwe ne. Herçend her sê jin jî êş û jana derûnî û îşkenceya laşî dîtine, lê bi giyanekî bilind, di girtîgehê de "bi azadî dijîn."
Pexşan, Şerîfe û Wrîşe sê keç, sê xwişkên her kurdekî welatparêz in, û di dilê her xemxurê Kurdistana bindest de dijîn. Sê jinên rêbaza pîroz in, tacê serê rûmet û şanaziya civaka kurdî ne. Milet her tim bi wan serbilind e.
Bi hêviya rizgarkirina wan û vegerê bo nav malbatên xwe û hembêza dayika mezin.
Comentários